Îran: Kongreya PKK’ê ji bo aştî û aramiyê gaveke girîng e

Wezareta Karên Derve ya Îranê encamên kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê erênî nirxandin û diyar kir ku ew ê rê li ber aramiya li herêmê veke.

Îran: Kongreya PKK’ê ji bo aştî û aramiyê gaveke girîng e
13 gulan, 2025   15:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di daxuyaniyeke fermî de encamên kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) erênî nirxandin û got kongre pêngaveke girîng e ji bo bidawîanîna tundiyê û bihêzkirina ewlehiyê. Beqayî hêviyên xwe anîn ziman ku ev pêvajo bi awayekî bibandor bi dawî bibe û bibe alîkar ku li Tirkiye û herêmê bi giştî aştî û aramî bi pêş bikeve.

Beqayî her wiha got Îran diyaloga siyasî û rêzgirtina li serweriya dewletan wek bingeha her pêvajoyeke ji bo çareserkirina kêşeyên herêmê dibîne. Her wiha bal kişand ser vê yekê ku Tehran ji nêzîk ve geşedanên di vî warî de dişopîne û hêvî dike ku ev pêngav bibe sedema kêmkirina kêşeyên ku bi dehan salan dewam kir.

PKK`ê duh encamnameya kongreya xwe ku di 5-7’ê Gulanê de li dar xistibû aşkera kir û bidawîbûna hemû çalakiyên li ser navê partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ragihand.

(k)