Rêber Abdullah Ocalan bersiva îdiayan da: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

Rêber Abdullah Ocalan der barê civîna yekemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê û îdiayên derheqê wî de hatine parvekirin peyamek belav kir û got: “Ev parvekirin tevgerên provokatîf in ên dijberên pêvajoyê ne.‘‘

Rêber Abdullah Ocalan bersiva îdiayan da: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in
25 tebax, 2026   16:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan, der barê civîna yekemîn a Desteya Şopandin û Tespîtê de ku di çarçoveya “Qanûna xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” hate lidarxistin û der barê îdia û tawanbarîyên nerast ên van çend rojên dawîn li ser medyaya dîjîtal de belav dibin, daxuyinek ji bo bi raya giştî re were parvekirin, ji Heyeta DEM Partî ya Îmraliyê re şand.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan bi vî rengî ye:

 “Birêz Serokkomar û birêz Devlet Bahçelî îradeya xwe bi awayek xurt nîşan dan.

Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan. Bi vî awayî ‘Qanûna xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ hat pejirandin.

Lijneya ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên zexm pêşve diçe. Em gihîştine qonaxeke krîtîk. Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin. Ev hewlên wan komploya li dijî min e.

Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min ve tên girêdan, ne rast in. Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.

Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa xwişk û biratiyê hîn zêdetir li pêş bixim.

Ez her kesî û her alî vedixwînim ku bi ruhê xwişk û biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîk bibin û hewl bidin.

25‘ê Tebaxa 2026‘an

Abdullah Ocalan”