Katz: Em ji çiyayê Şêx û herêma tampon venakişin

Yisrael Katz di gera xwe ya li Sûriyeyê de got, Îsraîl ji çiyayê  Şêx û herêma tampon venakişe û anî ziman ku hebûna Tirkiye ya li Sûriyeyê ewlehiya Îsraîlê dixe bin gefan.

Katz: Em ji çiyayê Şêx û herêma tampon venakişin
25 tebax, 2026   17:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di gera xwe ya îro ya li Sûriyeyê de got, heta ku gefên li dijî wê hebin, Îsraîl ji çiyayê Şêx Hermon û herêma tampon venakişe.

Katz  destnîşan kir ku Îsraîl ji bo parastina sînorê xwe û civakên xwe li herêmê ye û têkildarî berdewama hebûna Îsraîlê xîtabî serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir.

Katz anî ziman ku Tirkiyeyê hewl dide hebûna xwe li Sûriyeyê xurt bike û ev yek jî berjewenidyên ewlehî yên Îsraîlê dixe bin gefan. Her wiha got, welatî wî li hemberî van hewldanan ket tevgerê û bi helwesta xwe ve girêdayî ye.

(bb)