PYDˋê hedefgirtina Hogir Erebo şermezar kir

PYDˋê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di 27ˋê Çileyê de êrişeke hewayî li Başûrê Kurdistanê pêk anî û di encamê de endamê wê Hogir Erebo şehîd bû û got ew ê armancên şehîdên xwe yên avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî pêk bînin.

PYDˋê hedefgirtina Hogir Erebo şermezar kir
3 sibat, 2025   22:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî endamê wan Hogir Erebo û di encamê de şehîd bû de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de PYDˋê sersaxî da malbata şehîd û gelê herêmê û êrişa dermirovî ya dewleta Tirk şermezar kir.

PYDˋê di daxuyaniya xwe de got, "Hogir Erebo ji malbatee welatparêz e. Li ser rihê nîştimanî û fedakariyê di nava malbateke welatparêze mezin bû. Hevrêyê me Hogir di nava rêxistina ciwanên partiya me de têkoşiya. Xwedî rihê şoreşgerî û têkoşînê bû. Dem û derfetên xwe dixist xizmetî xurtkirina birêxistinê û doza gelê xwe."

Her wiha hat diyarkirin ku Hogr li kêlek keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sekinî û parastina gelê xwe li dijî êrişên DAIŞˋê û dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê kir û birîndar bûbû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên Başûrê Kurdistanê.

PYDˋê di dawiyê de got ew ê li ser şopên şehîdên xwe bimeşin heta armancên wan ên pêkanîna azadiya gel û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî misoger dibe.

(fr)