Hejmara qurbaniyên qezaya keştiyê ya li Dêrazorê bû 6

Hejmara kesên di bûyera noqbûna keştiya di çemê Firatê de ya li Dêrazorê jiyana xwe ji dest daye bû 6.

Hejmara qurbaniyên qezaya keştiyê ya li Dêrazorê bû 6
14 tîrmeh, 2026   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Operasyonan a Gerînendetiya Rewşên Awarte û Rêvebirina Karesatan a Dêrazorê Ûsama Erebo diyar kir ku tîmên rizgarkirinê vê sibehê cenazeyên 2 qurbaniyên bûyera noqbûna keştiyê ya li Dêrazorê dîtin.

Erebo têkildarî cenazeyên vê sibehê hatine dîtin got, cenazeyek ê zarokeke 8 salî ya ji bajarokê Meratê ye û yek jî ê ciwanekî ji herêma Hiwêca Seger e.

Erebo diyar kir ku wan cenaze rakirin Nexweşxaneya Dêrazorê û dê wan radestî malbatên wan bikin. Erebo destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên ku termên wan hatine dîtin gihaştiye 6’an ku 4 jê zarok in.

(bb)