Hejmara kuştî û birîndarên şerê Îsraîl-Hemasê 21 hezar derbas kir

Heta niha di şerê Îsraîl-Hemasê de 21 hezar û 500 kes hatine kuştin û birîndarkirin. Li aliyekî din serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştgiriya Îsraîlê li Til Evîvê ye.

Hejmara kuştî û birîndarên şerê Îsraîl-Hemasê 21 hezar derbas kir
24 cotmeh, 2023   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref El Qedre daxuyaniyek da û bîlançoyeke nû ya kuştî û birîndarên şer parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji destpêka êrişa Îsraîlê li dijî Xezayê ve 5 hezar û 78 kes, di nav de 2 hezar û 55 zarok hatine kuştin, 15 hezar û 273 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê jî ragihand ku ji destpêka şerê ji 7′ê Comtehê ve dewam dike, hezar û 400 kes hatine kuştin.

MACRON LI TIL EVÎVÊ YE

Li aliyekî din serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştgiriya Îsraîlê serdana Til Evîvê kir.

Dê Macron di serdana xwe de bi berpirsên Îsraîlê re di nav de Netanyahu û serok Isaac Herzog re bicive.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Fransayê, Macron plan dike ku li Ramallah a Dîfa El Xerbiye jî bi serokê Filistînê Mehmûd Ebbas re bicive.

(fr/c)