Qurbaniyên komkujiya Ermenan hatin bi bîranîn

Di bîranîna qurbaniyên komkujiya Ermenan de hate diyarkirin ku hevgirtin û yekitî rêya rêgirtina li ber dubarebûna komkujiyan e.

26 nîsan, 2026   14:27
HESEKÊ

Meclisa Civakî ya Ermenî ya bajarê Hesekê bi boneya salvegera 111’emîn a Komkujiya Ermenan ku Dewleta Osmanî di salê 1915’an de pêk aniye merasêma bîranîna quraniyên komkujiyê li dar xist.

Merasîma bîranînê li navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endamên saziyên sivîl, şervanên YPJ`ê  û şêniyên Ermen pêk hat.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtin û pêxistina mûnan dest pê kir.Piştre endama Partiya Yekitiya Ermenî Guhar Xatşaduriyan bi zimanê ermenî axivî û wiha got:  "Osmaniyan bi zîhniyeta tûranî zêdetirî milyonek Ermen qir kirin. Osmaniyan li ser xwînrijandin û qirkirinê dewleta xwe ava kir. Em wekî civaka Ermen peyama me ew e ku em hene û em ê hebin. Ji bo xwedî derketina li dîrok û nasanmeya xwe em têkoşînê bikin."

Sekreterê Giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî Îmad Tetriyan qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û got: "Kiryar û komkujiyeke hovane li serê gelê me de anîn. Em wan rojan bi bîr bînin. Em têkoşîn bikin heya ku em mafên xwe misoger bikin. Em tu carî tune nabin, em ê her hebin."

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Arif Kasabiyan jî di bîranînê de axivî û ev tişt anî ser ziman: "Komkujiyên sala 1915'an îro li Sûriyeyê dubare dibe. Ji bo pêşîgirtina li wehşetên din ên li dijî me, divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Ev komkujî hemû ji aliyê hêzên mezin ve têne kirin. Ew komployek li dijî me ne. Yekitiya me mifteya pûçkirina planên vê komployê ye ku armanca wê tunekirina me ye."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêzan Gulo jî got: "Li Rojhilata Navîn li dijî hemû gelan komkujî hatine kirin. Em ê bi têkoşîna xwe bikarin bijîn. Çawa me bi salan li ber xwe da niha jî em li ber xwe bidin. Em hebûn, em hene û em ê hebin."

Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina şano, sînevîzyon û helbestan bi dawî bû.

(zş/bb)

ANHA