Ji girtiyên siyasî yên li Îranê re nameya piştgiriyê nivîsandin

Akademîsyen, nivîskar û aktîvîst jî di nav de 26 kesan bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê, nameyeke vekirî nivîsandin.

Ji girtiyên siyasî yên li Îranê re nameya piştgiriyê nivîsandin
21 tebax, 2026   16:34
NAVENDA NÛÇEYAN

26 akademîsyen, nivîskar, çalakvanên siyasî û mafên mirovan, duh ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê nameyek vekirî weşandin û diyar kirin ku ew bi wan re di nava hevgirtinê de ne û daxwaza rawestandina darvekirin û berdana girtiyên siyasî kirin.

Îmzakarên nameyê, êrişên leşkerî û pêkanînên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê şermezar kirin û rewşa girtiyên siyasî wekî ku di navbera du hêzên zordar de asê mane, bi nav kir.

Name, bi sernavê "Nameya Hevgirtinê ya bi Girtiyên Siyasî yên Îranî re: Şerê Emperyalîst û Darvekirinên Dewletê Bidawî Bînin” hat weşandin. Di nav îmzekaran de Angela Davis, Judith Butler, Rashid Khalidi, Keeanga-Yamahtta Taylorû Michael Lowy cihdigre.

Îmzekaran, di nameyê de Komara Îslamî ya Îranê bi karanîna girtin, êşkence û darvekirinan ji bo tepeserkirina nerazîbûnê tawanbar kirin û DYE û Îsraîlê bi pêkanîna êrîşên leşkerî, hilweşandina binesaziya sivîl û kuştina sivîlan tawanbar dikin.

Name, balê dikişîne ser pêla girtin û darvekirinan a li Îranê û destnîşan dike ku komên civakî yên cûda yên wekî karker, bêkar, Kurd, Ereb, Belûç û koçberên Efganî, rastî zext û cudakariyê cûrbecûr tên.

Îmzekaran, di dawiya nameya xwe de bang li rêxistinên civaka sivîl û komên dij-emperyalîst ên li seranserê cîhanê kirin ku piştgiriya xwe ji bo girtiyên siyasî yên li Îranê zêde bikin, bi wan re têkilî daynin û ji bo ku dawî li darvekirinan bê anîn û girtiyên siyasî bên berdan zextê li Komara Îslamî ya Îranê bikin.