QSD’ê êrişa Şamê şermezar kir

QSD’ê êriş û teqîna li dêra Mar Ilyas a Şamê şermezar kir û diyar kir ku ew pabendî têkoşîna dijî terorê ye û amade ye beşdarî her hewldaneke Sûriyeyî ya li dijî terorê li tevahî herêmên Sûriyeyê bibe.

QSD’ê êrişa Şamê şermezar kir
23 hezîran, 2025   00:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî danê nîvro, erişkarekî gule li nimêjvanên hundirê dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla ya Şamê barandin û dûre xwe teqand.

Têkildarî mijarê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ev êrişa terorane şermezar kir û diyar kir ku ev êriş tevahî pêkhateyên Sûriyeyê yên hezkiriyên azadî û aştiyê ne, dike armanc û got; "Teror ji bo hemû Sûriyeyiyan metirsî ye û dijminekî hevpar ê mozaîk resen a Sûriyeyê ye."

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pabendî têkoşîna dijî terorê ye û amade ye beşdarî her hewldaneke Sûriyeyî ya dijî terorê li tevahî herêmên Sûriyeyê, bibe.

(fr)