Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê rûniştineke lihevhatinê li dar xist

Di 1'ê Hezîranê de erebeyeke barhilgir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi şaştî li ciwanekî qelibî. Têkildarî wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn rûniştineke lihevhatinê li dar xist.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê rûniştineke lihevhatinê li dar xist
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê rûniştineke lihevhatinê li dar xist
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê rûniştineke lihevhatinê li dar xist
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê rûniştineke lihevhatinê li dar xist
23 hezîran, 2025   00:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 1'êHezîranê de erebeyeke barhilgir a Hêzên Ewlekariya Hundirîn li taxa Meşleb a rojhilatê bajarê Reqayê bi şaştî li ciwanekî qelibî û ciwan wefat bû.

Piştî qezayê dest bi lêpirsîn û lêkolînan hat kirin, bi wê re Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Nivîsgeha Têkiliyan û Koordînayê ji bo şopandina bûyerê, erkdar kir.

Di vê çarçoveyê de têkilî bi rûspiyên eşîra El Efadile re bi taybetî bi şêx Mihemed Nûr El Dîb, şêx Emîr El Xabûr û şêx Gename El Icêl re hat kirin.

Di encamê de rûniştineke lihevhatinê bi malbata ciwanê wefatbûyî re li herêma Xenasir a gundewarê Helebê hat lidarxistin û girîngî bi derbaskirina nakokiyan û xurtkirina biratiya pêkhateyan hat dayîn.

(mh/fr)