QSD: Şaneyeke DAIŞˊê hat girtin
QSDˊê şaneyeke çeteyên DAIŞˊê girt, çek û alavên leşkerî desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe nûçeyek belav kir ku şaneyeke çeteyên DAIŞˊê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê girtiye.
Li gorî navendê YATˊê duh bi piştî û beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî li bajarokê Siwer ê rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehî pêk anîbû.
Navendê anî ziman ku YATˊê şaneyeke DAIŞˊê ya ji 3 çeteyan di nav de serçeteyek heye, girt. Hêzên hevbeş cihê veşartina şaneyê diyar kir, dorpêç kir û ew girttin.
Navendê diyar kir ku şaneyê êrişên terorîst li dijî saziyên leşkerî û sivîl pêk dianîn, ewlehî û îstîqrara li herêmê tevlihev dikir.
Hêzan mîqdareke çek, cebilxane, alavên leşkerî û teknîkê li gel şaneyê girtin û wiha ne:
5 telefon
2 klaşînkov
Çekek AKS
Dabanceyek
Bombeyeke destan
16 carcorên klaşînkovê.
2 rextên leşkerî.
(fr)