Newroza Şehbayê dest pê kir

Newroza li Şehbayê ku 21’ê Adarê ji ber rewşa hewa û barana zêde taloq bûbû, dest pê kir.

Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
Newroza Şehbayê dest pê kir
23 adar, 2024   12:19
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê Newroz bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" li gundê Elûşa pîroz dikin.

Ji saetên sibehê ve bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi cilên xwe yên kurdî herikîn qada Newrozê. Qad bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, YPJ û YPG’ê hatiye xemilandin.

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên Kurd û Ereban, nûnerên saziyên civaka sivîl ên li herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê malbatên şehîdan ve û deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di pîrozbahiyê de dê axaftin werin kirin, peyama Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) were xwendin û çalakiyên çandî û hunerî werin pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA