QSD: Metirsiya DAIŞ’ê didome, pêwîstî bi hevkariya navnetewî heye

QSD’ê destnîşan kir ku bi hemleya Baxozê hebûna DAIŞ’ê ya erdîngarî hatiye bidawîkirin, lê heta çavkaniya wê ya bîrdozî neyê zuwakirin, wê metirsiya wê ji bo herêm-cîhanê bidome û bal kişand ku pêwîstî bi hevkariyeke bi bandor navnetewî heye.

QSD: Metirsiya DAIŞ’ê didome, pêwîstî bi hevkariya navnetewî heye
23 adar, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) bi minasebeta salvegera 5’an a hemleya Baxozê ku dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin û 23’ê Adara 2019’an hebûna çeteyan a erdnîgarî hatibû bidawî kirin, daxuyaniyek weşand. 

Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya QSD’ê hat weşandin de, şehîdên hemleya Baxozê hatin bibîranîn û hat gotin, “Şehîdên me bi xwîna xwe rê li ber serkeftina Baxozê vekir. Di vê hemleyê de destanên lehengiyê nivîsandin.”  

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di qonaxa têkoşîna dijî çeteyan de sekna gel û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî xwedî girîngiyeke girîng bû û di têkçûna DAIŞ’ê de xwedî rol bûn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku hêzên QSD’ê dijî rêxîstina çeteyan a herî hov ku mirovahiyê jê re şahidî kiriye, berxwedaneke dîrokî daye meşandin û wiha hat domandin: “Cîhanê şahidiya vê yekê kir. Baweriya şervanên me bi doza ku ji bo wê têdikoşîn dikin hebû; xwediyên wê hêza moralê bûn ku dê karibin efsaneya derewîn têk bibin û hewayê ku çeteyan bi şêwazên kuştina qurbaniyan ava kiribû, ji holê rakin.” 

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran ji hêzên QSD’ê xwarin, kontrola wê ya erdnîgarî kêm bû, lewma li Baxozê sivîl wekî mertal bikar anîn û li hemberî pêkanînên çeteyan têkoşîna QSD’ê hat birbîrxistin: “DAIŞ’ê çeteyênherî herî hov li bajaroka bajarokê Baxozê kom kirin. Dema fêm kirin ku dawiya wan tê, sivîlên ku revandine wek mertalên zindî bikar anîn. Lê hêzên me bi pisporî û pîvanên mirovî nêzî sivîlan bû. Gelek caran navber dan operasyonê û korîdorên mirovî vekirin da ku sivîl ji destê rêxistina terorîst birevin. sivîl li gorî yasa û pîvanên mirovî ber bi herêmên bi ewle ve hatin kişandin. Her wiha me endamên rêxistinê yên ku xwe radest kirin jî veguhestin cihên taybet ên binçavkirinê.”

‘BI MILYONAN SIVÎL HATIN RIZGARKIRIN’

Girîngiya serkeftina li Baxozê di daxuyaniyê de bi gotinên wekî, “Hêzên me karîbûn bi milyonan sivîlan ji destê terorîstan rizgar bikin, hemû cîhanê ji xirabiyên wê rizgar bikin” hat vegotin û hat destnîşankirin ku bi vê operasyonê dawî li rêxîstina çeteyên ku li piraniya Sûriye û Iraq belav bibûn û ji gelek welatan jî bibûn metirsî, hatiye anîn.

‘METIRSÎ DIDOME’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêxistina DAIŞ’ê hîn jî ji bo herêmê û cîhanê metirsiyeke mezin e û hat gotin: “Çete hewl didin bi rêya şanên xwe yên veşartî xwe ji nû ve rêxistin bikin û xewnên xwe yên vegerandina kontrola erdnîgarî pêk bînin. Êrişên bombeyî û kuştina kesayetên sivîl ên ku di saziyên xizmetguzarî û îdarî de kar dikin, hedefgirtina pêşengên eşîran ên bi wan re li hev nakin hîn jî berdewam in.”

‘HETA BINGEHA BÎRDOZÎ NEYÊ ZUWAKIRIN, SERKEFTIN TEQEZ NABE’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku operasyonên QSD’ê yên leşkerî dijî şaneyên çeteyan didomin, lê heta ku çavkaniya bîrdozî ya DAIŞ’ê neyê zuwakirin, li herêmê û cîhanê serkeftinek tê xwestin nayê bidestxistin û ev gavên ku divê werin avêtin wiha hatin rêzkirin: “ Li tevahiya cîhanê pêwîstî bi hevkariyeke bi bandor a welatan ji bo hêzên me heye. Beşdariya hêzên hevpeymaniya navnetewî ji bo şerê li dijî terorê û pêşkêşkirina piştgiriya pêwîst a ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî rêxistinê girîng e. Her wiha ji bo ji nû ve avakirina herêmê ku terorê di salên borî de hilweşînek mezin çêkibû, hevkarî pêwîst dike.  Lewma ji bo avakirina dezgehên giştî pêwîstî bi beşdariyeke berfireh a navnetewî heye. Dîsa ji bo çareserkirina dosyaya girtiyên rêxistina terorîst û vegerandina wan a ji bo welatên wan hevkarî girîng e. Damezrandina dadgeheke navneteweyî ya li herêmên me ku dê çavdêriya dadgehkirina wan li gorî yasayên navtewî bike pêwîst e. Her wiha çareserkirina dosyaya malbatên rêxistinê yên li kampa Holê karekî sereke ye ku nayê paşguhkirin. Tevî ku hêzên me hewl didin çavkaniya ku çeteyan li hundirê kampê ava kiriye zuwa bikin jî, hîn wekî bombeyekê disekine. Ev bi serê xwe cîhanê dixe metirsiyê û divê herkes pê re mijul bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya çeteyan dike û hin êrîşên çeteyan ên li herêma Dêrazorê DAIŞ’ê zindî dike û  hat gotin: “Em dibînin ku têkbirina rêxistina terorê pêwîstî bi hevkariyeke bibandor a civaka navnetewî heye.”