‘Rizgarkirina Baxozê mîladek bû’

Kombûna Jinan a Zenûbiya rizgarkirina Baxozê wek mîladeke nû ji bo mîlyonan kesî bi nav kir û diyar kir ku têkoşînê wê didome heta herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

‘Rizgarkirina Baxozê mîladek bû’
23 adar, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

23’yê Adara 2019’an, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), qedandina çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ku baregeha dawîn a di destê wan de bû, ragihand.

Bi wesîleya savlegera rizgarkirina Baxozê, Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de girîngiya pêngava rizgarkirina Baxozê hat diyarkirin û hate gotin: “Girîngiya şerê Baxozê di wê yekê de ye ku qonaxa dawî ya şerê serkeftina li dijî çeteyên DAIŞ’ê ye di aliyê erdnîgarî de ye. Ne ji fedakariyên şervanên me bûya ev serketin nedihat mîsogerkirin. Qedandina DAIŞ li Baxozê mîladeke nû ji bo mîlyonên kesên li herêmên û tevahî cîhanê ye. Hêzên me li şûna her kesî şer kir û mîsyona xwe ya mirovî pêk anîn û bi serketinê tacîdar kir.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Baxoz di encama berxwedana dîrokî ya QSD û YPJ’ê û hevgirtina pêkhateyên gel de hat rizgarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Îradeya ku DAIŞ’ê li herêmên me têk bir û li hemberî qirkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber xwe da, dê dewam bike heta herêmên dagirkirî ji Tirkiye û çeteyên wê werin rizgarkirin. Em vê serkeftina mezin li gelê xwe pîroz dikin. Ev serkeftin ku pêngava ewil di rêya azadiyê de bi saya fikir û felsefeya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û pêşengiya jinên azad hatiye mîsogerkirin."

(bb)

ANHA