QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne

QSD li gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê hewldanên sepandina ewlehiyê û têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne.

QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
QSD li Dêrazorê têkbirina bermahiyên rejîma berê didomîne
27 ÇILE, 2025   03:55
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Komeke ji bermahiyên rejîma berê beriya çend rojan li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê êrişê nuqteyên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Di encama bersivdayîna êrişan de pevçûn derketin. Medyayên dîjîtal ev mijar wekî ku komên çete dest danîne ser bajarokê Zîbanê parve kirin.

Bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê yek ji wan cihan e ku tevgerên bermahiyên rejîma berê û çeteyên "Dîfa El Wetenî" lê zêde ye. Di du salên dawîn de van koman çend caran bi armanca texrîbkirin û reşkirina statuya herêmê êrişî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Bi hevgirtina gel û piştevaniya wê ya bi hêzên xwe yên parastinê re êriş hatin şikandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Dêrazorê danbûn ajansa me, komên ji bermahiyên rejîma berê ya têkçûyî, bi navên cuda xwestin texrîbatan li herêmê çêbikin û bi armanca derxistina tevliheviyê agahiyên şaş li ser medyayên civakî parve kirin. Ev hewldan careke din têk çûn. 18ˈê Çileya îsal şaneyên van koman êrişî nuqte û bendên kontrolê yên QSDˈê kirin. Şervanên QSDˈê bersiva êrişan dan û şer qewimî ku du rojan dewam kir. Di encama êrişa komên ji bermahiyên rejîma berê de zarokekî bi navê Ehmed Şilaş (9) ê ji bajarokê Zîbanê şehîd bû.

QSDˈê bi armanca kontrolkirin rewşê qedexeya çûn û hatina ji bo du rojan ragihand û li taxên bajar û keviyê çemê Firatê operasyoneke lêgerîn û paqijkirinê da destpêkirin. Di encamê de 33 endamên bermahiyên rejîma berê hatin girtin û çekên wan hatin desteserkirin.

QSDˈê muhlek da wan koman ku tevî çekan xwe radest bikin û di 25ˈê Çileyê de dema muhletê heya 10ˈê Sibatê dirêj kir.

QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka şêniyan xebatên li dijî bermanyên rejîma berê dewam dikin.

(bb)

ANHA