Akademîsyen û çalakvanan bang gelê Sûriyeyê kirin ku beşdarî avakirina siberoja welat bibin

Akademîsyen û çalakvanên Sûryeyî banga yekkirina gotara civaka Sûriyeyê û derbaskirina nakokiyan kirin. Her wiha diyar kirin ku rûxandina rêjîma Beis`ê dê bibe destpêka pêvajoya avakirin û destnîşankirina çarenûsê.

Akademîsyen û çalakvanan bang gelê Sûriyeyê kirin ku beşdarî avakirina siberoja welat bibin
27 ÇILE, 2025   06:05
HELEB
MİHEMED EBDO

Akademîsyen û çalakvanan bersiva pirsan derbarê rola sûryeyian di avakirina Sûriyeyê de, dan.

NÊRÎNA HEVBEŞ

Rêvebira Tevgera Niştîmanî ya Avakirinê, Teyma Îsa, kêfxweşiya xwe anî ziman ku derfeta hevdîtina bi jin û mêrên Sûryeyî çêbû bo danûstandinên der barê siberoja Sûryeyê de.

Derbarê nerîn û hêviya wê ji bo siberoja Sûriyeyê de, Teyma got ku divê "nêrîneke evbeş hebe, avakirin û hilbirîn çêbibe û kêfxweşoya serkefitinê bibe kar û xebata berdewam ji bo temamkirina şoreşa ku piştî rûxandina rejîma Bais`ê kete qonaxeke nû. "

Teyma li ser navê xwe û li ser navê tevgera ku ew nûneratiya wê dike, bang li hemû çalakvanên sivîl, rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan kir ku ji bo tijîkirina valahiya civakî û siyasî kar bikin, nêrîn û gotareke hevseng, saxlem û nerm ku hemû Sûriyeyiyan di çarçoweya qanûnê de bihewîne, pêşkêş bikin, di çarçoveya nasnameya Sûryeyê ya yekgirtî de, da ku em karibin careke din vî welatî ava bikin. "

"DESTÛRA BİNGEHÎN A ZELAL "

Rêveberê Fakulteya Zanistên Îdarî li zanîngeha Ebla Dr. Sebrî Hesen diyar kir ku tişta ku di vê qonaxa hestiyar de tê xwestin ew e ku dema derbasbûyê were jibîrkirin, Sûryeyî li ser siberoja xwe bifikrin û hemû pêdiviyên wan, ya herî girîng jî ewlekarî, were pêkanîn.

Her wiha Dr.Hesen bang li hemû aliyên siyasî û pêkhateyên siyasî kir ku her kes ji aliyê xwe ve dilnizm be, da ku di demeke kurt de nakokî bêne rakirin û xebat ji bo yekitiya Sûriyeyê bê kirin.

Dr.Hesen di wê baweriyê de ye ku rêveberiya siberojê ya Sûriyeyê divê berfireh be, maf û berjewendiyên hemû aliyan misoger bike, her wiha divê destûreke zelal hebe û zagonên tekûz bêne danîn ji bo gihîştina dewleteke sivîl ku her kes tê de bijî.

DİVÊ DI HIMÛMETA NÛ DE NÛNERTIYA JINAN HEBE

Çalakvana sivîl Hela Marokî bi hêvî ye ku diyalog berdewam bin, bi beşdariya hemû gelê Sûriyeyê, ji bo rastkirina şaşiyên berê û yekirina Sûryeyiran bêyî dûrxistin û paşguhkirina tu aliyan.

Derbarê rola jinan de jî, Hela tekezî li ser girîngiya nûnertiya jinan di her hikûmeteke nû de kir û got: "Jina Sûriyeyê mezin e û dem û ezmûnan îsbat kiriye ku hêza wê heye ku di nava kêşyan de jî dikare welat ava bike. "

Hela Marokî her wiha got: "Divê her kes danûstandinê bike daku karnameyeke bi bandoer derkeve holê, em bigihêjin nerîneke li gorî hemû Sûriyeyiyan be û bibe destpêkek ji bo siberojeke geş. "

(k)

ANHA