Di êrişa li ser Lubnanê de bi dehan kes hatin kuştin
Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de bi dehan kes hatin kuştin.
Wezarta Tenduristiyê ya Lubnanê duh bi şev ragihandibû ku di êrişên li ser bajarokên Bîaq ê rojhilatê welat (Belbek Hermel) de 52 kes hatin kuştin û 72 jî birîndar bûne.
Hate ragihandin ku di êrişa li ser devera Herbeta de ji malbatekê 6 kes hatin kuştin, di êrişa li ser Nehlayê de 4 kes hatin kuştin û di êrişa li ser Yûnîn de 7 kes hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê deverên Hedes Belebek, Meqne, Şerwana û Îyatê jî kirine hedef.
Artêşa Îsraîlê li derdora Birc El Milûk malek bombebaran kirin. Hate zanîn ku di êrişê de birîndar çêbûne. Li bajarê Sûrê jî derdora komelgeha El Îmam Hisên û Deşta Meliyê hatin bombebarankirin. Di encama bombebarana li ser Deşat Meliyê de 4 kes hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku bajarokên Keferruman, Sedîqeyn, Zebqîn, Eytît, Erbesalîm, Eynasa, Homîna Jêrîn bi dijwarî hatin bombebarankirin. Herêma navbera bajarokên Dêr Zehranî û Îza yê navçeya Nebetiyê 5 caran li pey hev hatin bombebarankirin.
Hizbullahê, deverên Malalût Terşîha, Kermeîl, Dofîf ê Celîl El Ela û Keryan Şemûna bi mûşekan kirin hedef. Li taxa Meslex a li başûrê Xeyam jî li kombûnên Îsraîlê xistin.
(bb)
ANHA