‘Qebûlkirina bawernameyên me berhema keda şehîdan e’

Xwendekarên zanîngeh û peymangehan diyar kir ku biryara qebûlkirina bawernameyên Rêveberiya Xweser berhema keda şehîdan e û xwest bawernameyên zanîngeh û peymangehan jî werin qebûlkirin.

‘Qebûlkirina bawernameyên me berhema keda şehîdan e’
20 hezîran, 2026   15:42
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê duh biryara 1617/943 derxist. Di biryarê de bawernameyên Rêveberiya Xweser hatin qebûlkirin. Di biryarê de tê gotin: "Made 1: Xwendekarên ku berê xwendina xwe li gorî materyalên xwendinê yên Rêveberiya Xweser dimeşandin, destûr tê dayîn ku di ezmûnên bawernameyên giştî (amadehî, Perwerdeya Bingehîn) de, li gorî rêzikname û pîvanên neteweyî yên yekgirtî yên ku ji hêla Wezareta Perwerdeyê ve hatine danîn, tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027ˊan de, beşdarî ezmûnên bawernameyan (amadehî û perwerdehiya bingehîn) bibin. Mad 2: Bawernameyên ku berê ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatine dayîn, dê li gorî prosedur û rêwerzên ku ji hêla wezaretê ve hatine pejirandin û niha di meriyetê de ne, werin naskirin. Made 3: Ev biryar tê weşandin û ji bo bicihanînê ji hemû aliyên peywendîdar re tê ragihandin."

Xwendekara Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a li bajarê Hesekê Hêvî Osman ku beşa bîrkariyê dixwîne diyar kir ku xwendekar ji vê biryarê gelekî kêfxweş bûne û anî ziman ku ev biryar encama têkoşîn û keda şehîdan e.

Hêviyê destnîşan kir ku bi hezaran xwendekar ku li dibistan, peymangeh û zanîngehan bi zimanê dayikê dixwînin, biryarê wek naskirina keda xwe û mafê xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê dibînin û got: "Bi saya keda şehîdan em gihaştin vê merheleyê."

Hêvî Osman xwest bawernameyên tevahî zanîngeh û peymangehên Rêveberiya Xweser werin naskirin da ku mafên xwendekaran û siberoja wan werin mîsogerkirin.

Xwendekarê bi navê Mihemed Hesen jî anî ziman ku xwendina ji salan ve bi zimanê dayikê li dibistanan hişt ku girêdana xwendekaran bi ziman û çanda wan ve xurtir bibe û got, naskirina bawernameyan gaveke girîng e ku keda wan bi salan nîşan dide.

Mihemed Hesen destnîşan kir ku xwendekar perwerdeya xwe di branşên cuda yên akademîk de didomînin û hêvî kir ku bawernaemyên zanîngehan jî werin qebûlkirin.

Berpirsa Kar û Barên Xwendekaran a Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Awaz Hisên jî bi xebat û keda bi salan ew gihaştin vê merheleyê û hêvî kir ku gavên naskirina saziyên perwerdeyê werin avêtin û asta perwerdeyê were pêşxistin.

(bb)

ANHA