Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin

Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerde û fêrkirinê yê hikumeta demkî li bajarê Qamişloyê navendên ezmûnan kontrol kirin.

Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin
Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin
Parêzgarê Hesekê û wezîrê perwerdeyê navendên ezmûnan şopandin
20 hezîran, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê perwerde û fêrkirinê Mihemed Tirko, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û hejmarek rayedarên qada perwerdeyê, navendên ezmûnan ên bajarê Qamişloyê şopandin.

Şandeyê, rêveçûna ezmûnan, asta xizmetan û rewşa rêxistinî ya navendên ezmûnan şopandin. Her wiha xwestin li gorî biryarên der barê ezmûnan de hatin dayîn, kar were meşandin û pêdiviyên serxistina proseya ezmûnan werin dabînkirin.

(bb)