Şewata li Til Temirê berbelav dibe, ekîbên agirkujiyê seferber bûne

Şewata ku ji aliyê bargehên leşkerên Tirk ên li gundên Leylan û Erîşayê yên dagirkirî yên Til Temirê ve hatine derxistin, belavî herêmên beramberî gundê Til Tewîlê jî bû.

Şewata li Til Temirê berbelav dibe, ekîbên agirkujiyê seferber bûne
20 hezîran, 2026   15:41
HESEKÊ

Leşkerên Tirk ên li baregehên gundên Leylan û Erîşê yên li rojavayê Til Temirê di saetên nîvro de agir berda zeviyên çandiniyê. Şewat ji ber ba zû belavî herêma beramberî gundê Til Tewîlê jî bû û metirsî hene ku rûbereke berfireh a baxçe û erdên çandiniyê bide ber xwe.

Ekîbên agirkujiyê û yên awarte ji bo kontrokirina şewatan di nava hewldanan de ne. Tîmên agirkujiyê yên Hesekê û Dirbêsiyê jî beşdarî hewldanên vemirandinê bûne.

(bb)