Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin

Di komxebata şêwirê ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê de biryar hat dayîn ku komîteyek ji tevahî aliyên beşdar were avakirin ku xebatên diyalogê temam bike û encamnameyekê li ser van xebatan bide.

Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
Li Helebê komxebata şêwirê hat lidarxistin
3 sibat, 2025   22:01
HELEB

Vê sibehê bi beşdariya 200 nûner û sekreterên ji 18 partî, tevger û şepêlên siyasî li Sûriyeyê, pêkhate, etnîk û saziyên sivîl, Partiya Sûriya Pêşerojê komxebateke şêwir li dar xist.

Komxebat li hola Medya ya li taxa El Celaa ya Helebê hat organîzkirin. Hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Helebê Mihemed Xerîr axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

QONAXA DÎROKÎ Û BIRYARDAYÎNÊ

Der barê vê mijarê de hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mihbaş axivî û got divê tevahî sûriyeyî venegerên şaşiyên xwe yên berê, divê nîqaş di nava hemûyan de were kirin.

El Mihbaş anî ziman ku wan ji bo civandinê bajarê Helebê yê xwedî girîngî û li Sûriyeyê weke paytexta siyasî tê dîtin hilbijart û qonaxa heyî bi dîrokî û biryardayînê wesifand.

El Mihbaş destnîşan kir ku divê xebat li ser bingeha diyaloga giştî bê kirin, ji ber ku pêdiviya welat bi xelkê wê heye. Her wiha divê partî jî li ser jinûve avakirinê ligel misogerkirina mafên tevahî pêkhateyan bixebitin.

NÊRÎNÊN PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ

Partiya Sûriya Pêşerojê nêrînên xwe der barê gelek mijaran de pêşkêş kirin. El Mihbaş ew nêrîn xwendin. Di nêrînan de tê gotin ku divê kongreyeke nîştimanî ya giştî bê lidarxistin, yekitî û serweriya Sûriyeyê li gorî pergaleke demokratîk a pirrengî ya nenavendî bê parstin, xebat li başkirina rewşên aborî û civakî bê kirin.

Her wiha behsa têkiliyên cîrantiya baş, vegera li civînên navneteweyî û garantiya vegera ewle ya koçber û penaberan hat kirin ku tevahî şêweyên hegemonî û dagirkeriya li xaka Sûriyeyê bên bidawîkirin, têkoşîna navneteweyî û herîmê ya dijî tundrawî û terorê bidome û rêxistinên terorîst werin têkbirin.

DEWLETA TIRK A DAGIRKER SÛRIYE XENÎMETA ŞER DIBÎNE

Sekreterê Giştî yê Tevgera Nîştimanî ya Kurdî ya Guhertina Aştiyane Elî Omerî got: "Ji roja rizgarkirina Sûriyeyê heta vê saetê ve şande li pey şandeyê hevdîtinê bi desthilata nû re dikin."

Omerî got gelek metirsiyên wan ji bo qonaxa bê hene û got: "Ji ber ku fikra kî di aliyê leşkerî de bi ser bikeve ew biryara çarenûsa Sûriyeyê dide û dîroka wê dinivîse. Şandeyên ji dewleta Tirk a dagirker ve tên Sûriye weke xenîmet dibînin."

DIVÊ XÊR Û BÊRÊN SÛRIYEYÊ BAŞ WERIN BIKARANÎN

Çalakgera Tevgera Guhertina Demokratîk Sena Seîd diyar kir ku di Sûriyeyê de ji tevahî aliyan de xêr û bêrên wê hene û got: "Em dikarin van xêr û bêran baş bi kar bînin."

ÇARESERIYA LEŞKERÎ Û CUDABÛNA DESTHILATAN HATIN REDKIRIN

Di hin nîqaşan de jî çareseriya leşkerî hat redkirin û hat gotin ku divê dewleteke medenî ku desthilat ji hev werin cudakirin were avakirin. Li aliyekî din jî hat gotin divê rola nerazîbûnê li hember her siyaset û gaveke şaş were aktîvkirin da ku bibe weke çavdêriya li ser dewletê yan jî aliyê hakim.

Di dawiyê de biryar hat dayîn ku komîteyek ji tevahî aliyên beşdar were avakirin ku xebatên diyalogê temam bike û encamnameyeke hevbeş a hêzên nîştimanî bide.

(fr)

ANHA