PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star li Lubnanê ji bo bîranîna salvegera 44`emîn a berxwedana dîrokî ya 14`ê Tîrmehê li Amedê civînek li dar xistin. Endamên PYD`ê, Kongra Star û endamên civaka Kurd beşdar bûn.

PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
PYD`ê û Kongra Star li Lubnanê berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn
11 tîrmeh, 2026   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê PYD`ê Xalid Xalid behsa paşxaneya dîrokî ya berxwedana 14ê` Tîrmehê û polîtîkayên ku ji hêla contaya leşkerî ya Tirkiyê ve piştî 12`ê Îlona 1980`an li dijî girtiyên siyasî, bi taybetî çalakvanên Kurd li Zindana Amedê hatine meşandin kir. 

Xalid diyar kir ku ev berxwedan xalek girîng bû di dîroka têkoşîna gelê Kurd de.

Nûnera Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê, Leyla Efrîn jî diyar kir ku berxwedana 14`ê Tîrmehê ne tenê greva birçîbûnê bû, lê destaneke dîrokî bû ku îradeya girtiyan li hember îşkence û hewldanên jiholêrakirina nasname, ziman û çanda Kurd nîşan dide.

Piştî axaftinan beşdarên civînê jî axivîn û diyar kirin ku berxwedana 14`ê Tîrmehê bûye yek ji qonaxên dîrokî yên herî berbiçav di têkoşîna gelê Kurd de.

(k)

ANHA