‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’

Endezyarê çandiniyê Mihemed El Deham got piştî çinînê nabe ku zevî werin şewitandin, ji ber ku bandoreke neyînî li axê û jîngehê dike.

‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’
‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’
‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’
‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’
‘Şewitandina bermahiyên çandiniyê dê ziyanê bide xak û jîngehê’
12 tîrmeh, 2026   05:02
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Endezyarê çandiniyê Mihemed El Deham têkildarî parastina xak û jîngehê ji ajansa me re axivî.

El Deham got: "Şewitandina bermahiyên çinînê gelek ziyanê dide axê. Gelek made di axê de dişewitin û ax lewaz dibe. Divê zeviyan piştî demsala çinînê neşewitînin. Bermahiyên çinînê bi demê re dikare ji bo xakê bibe gubre û fêdeyê lê bike. Ew bermahî ava baranê kom dikin û erdê şil dihêlin. Ev ji bo zeviyan gelekî baş e û fêde li axê dike. Bi şewata zeviyan re ne tenê ax ziyanê dibîne, her wiha hemû zîndewarên ku madeyan dikin gubre û fêdeyê didin nebatan, dişewitin. Heke zeviyan piştî demsala çinînê bişewitînin di çandinê de dê cotkar neçar bimînin ku gubreya kîmyewî zêde bi kar bînin.”

El Deham ji bo jîngeh û tenduristiyê jî wiha axivî: "Şewitandina bermahiyên çinînê bandorê li ser jîngeh û tenduristiyê jî dike. Bi şewatê re dûman, gaz û madeyên kîmyewî derdikevin û bandorê li hewa dikin. Her wiha neyînî bandorê li nexweşên astim û nefesê dike. Îsal giya zêde heye û dibe ku şewat ji kontrolê derkevin û dîrekên elektrîkê, malên xelkê û gundan bişewitînin."

Di dawiyê de El Deham got: "Ez bang li cotkaran dikim ku fêdeyê ji bermahiyên çinînê wergirin; ji bo sewalan bikin êm, an jî bifiroşin. Ne şert e wê bermahiyê kom bikin, bila di nava zeviyan de bimîne û fêdeyê bide axê. Bi demê re dikare ji bo axê bibe gubre û gelekî fêdeyên wê hene."

(np)

ANHA