Li Hewlêrê çeteyek hate girtin

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal ragihand ku tometbarek li gorî madeya 4 ya terorê li parêzgeha Hewlêrê hate girtin.

Li Hewlêrê çeteyek hate girtin
8 cotmeh, 2026   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Îstîxbarat û Lêkolînê ya Federal bi daxuyaniyekê ragihand ku operasyonek bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê, li parêzgeha Hewlêrê lidarxistin.

Hate diyarkirin ku tometbarek ku wek yek ji çeteyên metirsîdartirîn tê dîtin û ji ber kiryarên xwe yên terorîstî dihat lêgerîn, li gorî madeya 4 ya yasaya terorê hate girtin.

Her wiha hate destnîşankirin ku li gel tometbar, qasiyek pereyê biyanî, pasaport û gelek kartên bankayê yên cur be cur hatine desteserkirin.