PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

Beşdarên civîna li bajarokê Abirê yê Çilaxayê girêdana xwe ya bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve û piştgiriya xwe ya ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîşan da û da zanîn ku serkeftina vê pêvajoyê dê destkeftiyên gelê Kurd biparêze.

PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
PYD’ê li Çilaxayê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist
8 cotmeh, 2026   14:15
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Abirê yê bajarê Çilaxayê bi minasebeta salvegera 28`emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk, Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê têk diçe” civînek li dar xist.

Di civînê de şêniyên bajarok û gundewarên wê, endamên saziyên civaka sivîl, malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan amade bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya PYD’ê Salih Botî têkildarî rewşa derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê, destpêkirina komploya li dijî wî û geşedanên siyasî yên dawîn ên li herêmê axivî.

Botî diyar kir komplo di Cotmehê de di dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê dest pê kir, armanca ji komployê tesfiyekirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û têkbirina hemû hêviyên gelê Kurd ê serhildêr bû, ji ber îradeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gelê Kurd armanca komployê pêk nehat.

Salih Botî da zanîn ku aliyên ku beşdarî komployê bûn xwest gelê Kurd, têkoşîna wan a azadiyê têk bibin, pê re jî fikra Rêber Abdullah Ocalan a li dijî desthilatdarî û zîhniyeta baviksalar hedef bigirin.

Salih Botî destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan piştî 53 salên têkoşîn û berxwedanê, xebatên xwe yên parastina gelê Kurd û destkeftiyên wan didomîne.

Salih Botî di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê komplo û pergala Îmralî bi serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têk biçin, Rêber Abdullah Ocalan dikare istiqrarê pêk bîne û destkeftiyên Kurdan biparêze, her wiha daxwaz kir ku piştgirî ji bo vê pêvajoyê bê dayîn.

Civîn bi sloganan bi dawî bû.

(sb)

ANHA