Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn

Şêniyên bajarê Dêrik û Girkê Legê 29 şehîdên Hêzên Pêşîgirtina li ber Madeyên Hişbir bi bîr anîn.

Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn
Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn
Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn
Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn
Li Dêrikê 29 cangorî bi bîr anîn
8 cotmeh, 2026   14:07
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ji bo 29 şehîdên Hêzên Pêşîgirtina li ber Madeyên Hişbir merasîma bîranînê organîze kir. Dewleta Tirk sala 2023`yan Akademiya Şehîd Nesrîn a li gundê Hemza Beg a herêma Koçarata bombebaran kiribû.

Merasîma bîranînê li Akademiya Şehîd Nesrîn a gundê Hemza Beg hate lidarxistin û bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê tev lê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mihemed Şerîf li ser berxwedan û têkoşîna şehîdan di şoreşa Rojava de axivî û got bi saya wan ew gihaştine deskeftiyên mezin.

Di berdewama merasîmê de nûnerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Meen El Asî axivî, tevahî cangoriyên şoreşa Rojava bi bîr anîn û got dewleta Tirk bi êrişên xwe daxwaz dikir îradeya gelê Kurd bişikîne lê ew negihaşte hedefa xwe û keç û xortên Rojava soz daye ku rêça şehîdan bişopînin û têkoşîna wan berdewam bikin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(np)

ANHA