PYD‘ê banga parastina koçberên Girê Spî kir

PYD‘ê êrişên li ser koçberên Girê Spî şermezar kir û ji bo vegera ewle ya koçberan banga avakirina komîteyeke taybet  û hesabpirsîna ji êrişkaran kirin.

PYD‘ê banga parastina koçberên Girê Spî kir
26 cotmeh, 2026   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê êrişa li ser koçberên Kurd ên vedigeriyan warê xwe li Girê Spî daxuyaniyek da

Di daxuyaniyê de êrişa li ser koçberên vedigeriyan warê xwe hat şermezarkirin û hate gotin: "Êrişên li ser sivîlan binpêkirina bendên bingehîn ên peyama 29‘ê Çileyê ya der barê vegera ewle ya koçberan de, di heman demê de ewlehiya vegeriyan û mafên wan tehdîd dike û vegera ewle lawaz dike. Ji bo rêgirtina li ber van binpêkirinan û mîsogeriya parastina sivîlan û milkên wan tevgereke legzin û berpirsyar hewce dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Girê Spî ne erdekî bê xwedî ye û nabe xelkê wê bibin qurbaniyên binpêkirinan an jî ji mafên xwe yên rewa bêpar bên hiştin.

Di daxuyaniyê de bang li Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî, parêzgarê Reqayê û hemû berpirsên hikumeta veguhêz hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî û nîştimanî pêk bînin, ji bo rawestandina binpêkirinan tedbîran bigirin û hesab ji êrişkaran bipirsin, ji bo parastina malbatên Kurd û mîsogerkirina ewlehî û mafên wan banga têkildayîna bi aliyên berpirsyar re hat kirin.

Di daxuyaniyê de ji bo mîsogerkirina vegera ewle û bi rûmet ya koçberên Girê Spî, parastina malbatan û çareserkirina bandorên koçberî û binpêkirinên di salên koçberiyê de banga avakirina komîteyeke hate kirin.

PYD‘ê piştgiriya xwe bi xelkê Girê Spî re anî ziman û diyar kir ku "Rûmeta gelê me, ewlehî û mafên wan ên vegerê nabe bazar li ser were kirin."

Di dawiya daxuyaniyê de banga hesabpirsînê ji binpêkirinan hat kirin.

(bb)