Îlham Ehmed banga rawestandina êrişên li dijî koçberên Girê Spî kir

Siyasetmedar Îlham Ehmed êriş û şewitandina mal û milkên koçberên vegerîne Girê Spî şermezar kir û anî ziman ku gerînendeyê Herêmê û hêzên ewlehiyê berpirsiyariya selametiya wan e. Her wiha banga rawestandina êrişên li dijî wan kir.

Îlham Ehmed banga rawestandina êrişên li dijî koçberên Girê Spî kir
26 cotmeh, 2026   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedar Îlham Ehmed der barê êrişên li ser koçberên Girê Spî yên vegeriyan warê xwe de ji ajansa me re axivî.

Îlham Ehmed êriş, binpêkirin û şewitandina mal û milkên koçberên Girê Spî yê vegerîne malên xwe şermezar kir.

Îlham diyar kir ku armanc ji êriş û binpêkirinan derxistina tirsê, tehdîdkirina aramî û aştiya navxweyî ye.

Îlham anî ziman ku Gerînendeyê Herêmê û hêzên ewlehiyê yên li wir berpirsiyariya tevahî ya selametiya sivîlên vegerîne û parastina mal û milkên wan ne û daxwaza tevgera bilez a rawestandina êrişan û hesabxwestina berpirsiyaran kir.

Di dawiyê de Îlham Ehmed diyar kir ku mafê xelkê bajêr ê vegera li malên xwe heye û destnîşan kir ku ew ê piştgiriya şêniyan a girêdana bi xak û mafên xwe yên jiyana birûmet berdewam bikin.

(f)