Li Helebê edaleta pêvajoya veguhêz û aştiya sivîlan hat nîqaşkirin

MSD’ê li Helebê bi navê "Girîngiya rola edaleta pêvajoya veguhêz di xurtkirina aştiya şêniyan de" atolyeya duyemîn a niştîmanî ya Sûriyeyê li dar xist. Di atolyeyê de rewşenbîr, siyasetmedarên Sûriyeyî û nûnerê Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ya desthilata Şamê li Helebê amade bûn.

19 nîsan, 2025   19:44
HELEB

Bi navê "Girîngiya rola edaleta pêvajoya veguhêz di xurtkirina aştiya şêniyan de" Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îr atolyeya duyemîn a niştîmanî ya Sûriyeyê li bajarê Helebê organîze kir.

Atolye li hola "Malbenda Heleb-Paytexta Çanda Îslamî", bi beşdariya siyasetmedaran, hiqûqnas, kesayetên serbixwe, mamoste, çalakgerên sivîl û karkerên di kar û barên giştî de, nûnerê Rêveberiya Giştî ya Kar û Barên Siyasî ya Helebê Mehmûd Igêdî, hat lidarxistin.

Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatme El Hesîno mijara atolyeyê ku li ser qonaxên gelê Sûriyeyê tê re derbas bûne, bandorên wê li ser hişyariya siyasî, hewldanên rejîma Baas’ê yên çewisandina gelê Sûriyeyê, xwend.

Fatme diyar kir ku divê bi rêya tercîhkirina bingehên diyalogê û nîqaşkirinê dan û standin bi qonaxa heyî re bê kirin û ew diyalog û nîqaş jî divê aştiya şêniyan xurt bikin û rêgezên edaleta veguhêz pêk bînin da ku di nava gel de rihetiyek misoger be, hêvî û armancên gelê pêk bên.

Piştre beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê anîn ziman. Ji wan jî, muxalifê siyasî yê lîberalî Semîr Neşar diyar kir ku pêwîstî bi parastina nasnameya niştîmanî ya Sûriyeyê heye, ku di nava xwe de tevahî pêkhate, mezheb û olan dihewîne û divê ola serokê dewletê ne diyarkirî be.

Neşar wiha domand: "Divê zordariya ku li ser aliyekê hatiye kirin li aliyek din neyên kirin, wekî din çareserî wê mayînde nebe."

Neçar wiha pirsî: "Çima ala serxwebûnê ku navê Komara Sûriyeyê li ser e hat qebûlkirin û di danezana destûrî de bi awayekî zelal navê wî nehat pejirandin? Wê navê Komara Sûriyeyê rihê tevlêbûna tevahî civakan ku gelê Sûriyeyê temsîl dikin xurt bike."

Her wiha Serokê Partiya Vîna Gel-şaxê Helebê Rustem Rustem jî got: "Pêkanîna edaleta pêvajoya veguhêz bi parastina aştiya sivîl re girêdayî ye. Divê zihniyetên dûrxistinê, xîtabên nefretê û provokasyonên dijî mezheban û înkarkirina sûcên rejîma Baas’ê werin redkirin. Li kêlek wê divê ders ji sûc û binpêkirinên li peravê bûne werin girtin ku dubare nebin."

Di dawiyê de beşdaran got pêwîst e hikumeta heyî guhertinên erênî bike û mafên hemûyan misoger bike, da ku welatek li ser prensîbên azadiya rastîn ava bike û rûmeta welatiyên xwe misoger bike.

(fr)

ANHA