PYD: Kêmkirina dersên zimanê Kurdî kêmkirina mafê fêrbûna zimanê dayikê ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Dirbêsiyê diyar kir ku kêmkirina dersên zimanê Kurdî bo 3 dersan di hefteyê de, kêmkirina mafê gelê Kurd ê fêrbûna zimanê dayikê ye.

PYD: Kêmkirina dersên zimanê Kurdî kêmkirina mafê fêrbûna zimanê dayikê ye
4 cotmeh, 2026   14:51
HESEKÊ

Îro, PYD`ê li Dirbêsiyê li ber navenda partiyê daxuyaniyek da,  daxuyanî ji hêla endaman Ehmed Silêman û Bêrîtan Necîm ve bi Erebî û Kurdî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdehiyê ya hikûmeta veguhêz ya kêmkirina dersên zimanê Kurdî bo 3 dersan di hefteyê red kir û diyar kir ku ev biryar li dijî  pêdiviyên pirrengiyê li Sûriyeyê ye.

PYD daxwaza betalkirina biryara kêmkirina dersên zimanê Kurdî û pêkanîna pergalek perwerdeyê kir ku mafê xwendekaran bê sînorkirin an cudakarî garantî bike ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibin.

Her wiha bang li hêzên demokratîk, rêxistinên civakî û komên mafên mirovan kir ku piştgiriyê bidin vê daxwazê.

(k)

ANHA