Komîteyên Azadiyan daxwaza misogerkirina mafê zimanî li Sûriyeyê kir

Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafê Mirovan a Sûriyeyê bang li misogerkirina domandina perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina mafê zimanî yên xwendekaran kir.

Komîteyên Azadiyan daxwaza misogerkirina mafê zimanî li Sûriyeyê kir
4 cotmeh, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteyên Parastina Azadiyên Demokratîk û Mafê Mirovan a Sûriyeyê, têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê, mafê zimanî li Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê, aliyên perwerdehiyê yê xwecihî kir ku domandina perwerdeya xwendekarênku berê zimanê kurdî dibirin bidomînin, li gorî asta perwerdeya wan xebatên zelal û pêwîst pêk bînin.

Komîteyan da zanîn ku ev daxwaz li gorî mafê perwerdeyê, wekheviyê, rêgirtina li ber cudehkariyê, parastina mafê çandî û zimanî tê kirin, her wiha divê li hemberî zimanê zarokan, nasname û hevkariya wan rêzdarî were nîşandan.

Di daxuyaniya komîteyan de hat diyarkirin ku divê ji bo dibistanan bernameyên di nav de perwerdeya bi zimanê kurdî û zimanên din ên dayikê hebe, qada perwerdeyê li gorî daxwaz û pêdiviyên xwendekar û malbatên wan were berfirehkirin.

Li ser asta zagonsaziyê komîteyan xwest ku mafê zimanî di destûrê û bi rêya zagonan ve were misogerkirin, armanc ji daxwazên ku dikin jî ew e ku xwendekar ji perwerdeya xwe fêm bikin.

(sb)