Nivîsgeha malbat û Niştecihan li Parêzgeha Hesekê hat vekirin

Desteya Sûriyeyê ya Kar û Barên Malbat û Niştecihan, piştî temamkirina entegreya Desteya Jinan li Parêzgeha Hesekê nivîsgeha xwe vekir.

4 cotmeh, 2026   15:05
HESEKÊ

Desteya Sûriyeyê ya Kar û Barên Malbat û Niştecihan li Sûriyeyê piştî temamkirina entegreya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nivîsgeha xwe ya li Parêzgeha Hesekê vekir.

Nivîsgeha Kar û Barên Malbat û Niştecihan bi amadebûna Endama Rêveberiyê Rohat Xelîl û Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam û tîma xwe ya îdarî, her wiha bi amdebûna rêxistinên jinan li Parêzgehê hat vekirin.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Kar û Barên Malbat û Niştecihan li Hesekê Rohat Xelîl axaftinek kir û aşkare kir ku piştî rêzecivîn û nîqaşan li Şamê entegre pêk hat, ev gav jî ji bo bihêzkirina xebatê saziyên civaka sivîl û çareserkirina pirsgirêkên girêdayî malbatê girîng e.

Rohat Xelîl da zanîn ku nivîsgeh devereke ji bo birêxistinkirin, plankirina kar û barên malbatê û dozên girêdayî wê ye, avakirina civakeke saxlem daxwaza avakirina malbateke demokratîk ku jin roleke esasî tê de dileyize dike.

Piştre kesên ku li merasîmê vekirinê amade bûn li avahiyê geriyan û vekirina nivîsgehê pîroz kirin.

(sb)

ANHA