PYD-Ewropa ji bo lîstikvan Deniz Undav peyama pîrozbahiyê da

Rêxistina Ewropa ya PYDˊê ji bo serkeftina lîstikvanê Kurd Deniz Undav ku bi eslê xwe êzidî-Kurd e peyameke pîrozbahiyê da û got, "We navê xwe û miletê xwe yê Kurd bilind kir û kêfxweşiyek mezin xist dilê tevahiya Kurdan."

PYD-Ewropa ji bo lîstikvan Deniz Undav peyama pîrozbahiyê da
22 hezîran, 2026   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ji bo serkeftina lîstikvanê Kurd di tîma Almanyayê ya li Kupaya Cîhanê ya 2026ˊan de peyameke pîrozbahî û kêfxweşiyê da.

Naveroka peyamê wiha ye:

"Birûska pîrozbahiyê ji bo lîstikvanê kurd Deniz Undav

Em bi navê rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) we ji bo serkeftina we ya dawî di nava tîma Almaniyayê ya li Kupaya Cîhanê ya 2026ˊan de, pîroz dikin. We vînek azad û bi hêz nîşan da û dikarîbû bi serê xwe ev tî  bighîşta asta serkeftinê. Bi vê yekê re, we navê xwe û miletê xwe yê Kurd bilind kir û kêfweşiyek mezin xist dilê tevahiya kurdan.

Hûn wek ciwanekî Kurd yê êzidî, ku li derveyî Kurdistanê ji dayik bûye, we mînakek baş a bixwebawer da. Hûn bi nasnameya xwe ya neteweyî derketin pêş û we hemû derfet ji bo ku hûn doza gelê xwe bibêjin, bi kar anî. Ji ber vê kedê û van hestên neteweyî û girêdana bi doza gelê xwe, em we spas dikin û serkeftinê ji xebata we re dixwzain."

(fr)