Li Zirganê 2 şewat hatin vemirandin

Tîmên Agirkujiyê 2 şewatên li gundên Ferhiyê û Nofeliyê yên Zirganê vemirandin. Di encamê de nêzî 250 donim genim şewitîn.

Li Zirganê 2 şewat hatin vemirandin
Li Zirganê 2 şewat hatin vemirandin
Li Zirganê 2 şewat hatin vemirandin
22 hezîran, 2026   17:15
HESEKÊ

Nûçegihana me ji herêmê daxuyand ku Tîmên Agirkujiyê bi alîkariya şêniyan şewat li zeviyên çandiniyê yên gundê Ferhiyê, piştî nêzî 100 donim genim şewitîn, vemirand.

Hemwextî wê Tîmên Agirkujiyê şewatek din li gundê Nofeliyê yê Zirganê ku nêzî 150 donim şewitîn, vemirand.

Aliyên eleqedar tedbîrên pêşîlêgirtina şewatan ku dubare nebe û zirarên bi welatiyan neke digirin.

(fr)

ANHA