Li rojavayê Til Temirê dîsa şewat

Piştî ku hêzên li baregehên Tirkiyeyê agir bi derdora gundên Ezîziye û Qasimiye yên dagirkirî xist, agir bi rojavayê bajarê Til Temirê ket. Ji lew re şewat li zeviyên çandiniyê belav bûye, Tîmên Awarte û şênî ji bo kontrolkirinê di seferberiyê de ne.

Li rojavayê Til Temirê dîsa şewat
22 hezîran, 2026   16:28
HESEKÊ

Piştî ku hêzên li baregehên dewleta Tirk ên li gundê Ezîziye bi cih bûne agir bi herêmê xist, 3 roj e zeviyên çandiniyê yên li rojavayê Til Temirê bi taybet li derdora gundên Ezîziye û Qasimiye yên dagirkirî dişewitin.

 Li gorî çavkaniyên meydanî, ji ber şert û mercên hewayê û bilindbûna pileyên germahiyê û ziwabûna giyayan agir zû belav dibin, wê jî asta xeteriya li ser zeviyên çandiniyê yên nêzîk û herêmên niştecihan ên derdorê zêde kiriye.

Girêdayî mijarê, Tîmên Awarte yên li Til Temirê bi hevkariya şêniyan rewşa seferberiyê ragihand ku agir nêzî gund an jî zeviyên çandiniyê bûn destwerdanê bikin û vemirînin.

Di demekê de herêmê zehmetiyên zirarên zêde yên berhemên çandiniyê dibînin û barên aborî yên zêde li ser şêniyan çêdikin, ev şewatên dubare çêdibin.

(fr)

ANHA