Pûtîn bi Trump re dosyayên Ukrayna û Îranê nîqaş kirin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayî Donald Trump re li ser rewşa Ukraynayê û pêwîstiya gihîştina rêkeftineke agirbestê, şerm Îranê û pêwîstiya pêşvebirina hewldanên dîplomatîk û danûstandinan ji bo pêşîgirtina li dubarebûna şer nîqaş kirin.

Pûtîn bi Trump re dosyayên Ukrayna û Îranê nîqaş kirin
29 nîsan, 2026   22:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûsî "Sputnik", Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn îro bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî. Her duyan li ser pêşketinên li Ukraynayê, rewşa li Îranê û herêma Kendavê nîqaş kirin.

Piştî telefonê, alîkarê serokê Rûsyayê Yuri Ushakov diyar kir ku "Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonek din axivî. Ev axaftin ji saetek û nîvekê zêdetir dom kir. Ev axaftin destpêşxerêyek ji aliyê Rûsyayê ve bû."

Ushakov anî ziman ku "Her du serokan nirxandinên di bingeh de wekhev li ser tevgera rejîma Kîevê di bin serokatiya Zelensky de anîn ziman, ku bi tehrîd û piştgiriya Ewropiyan, siyaseta dirêjkirina aloziyê (li Ukraynayê) dimeşîne."

Ushakov diyar kir ku Pûtîn ji Trump re ragihandiye ku Kîevê serî li "rêbazên terorîstî" daye û êrişî axa Rûsyayê û binesaziya sivîl kiriye. Li gorî Ushakov, Trump girîngiya bidawîkirina bilez a kiryarên dijminane û amadebûna wî ya ji bo hêsankirina vê yekê bi her awayî tekez kir û diyar kir ku nûnerên wî yên pêbawer dê têkiliyên xwe hem bi Moskov hem jî bi Kîevê re bidomînin.

Der barê Îranê de, Ushakov diyar kir ku Pûtîn dirêjkirina agirbestê bi Îranê re wekî biryarek baş dibîne ku derfetek ji bo danûstandin û îstîqrarê peyda dike.

Ushakov destnîşan kir ku Trump, di dema telefonê de, nirxandina xwe ya qonaxa herî dawî ya êrişên leşkerî bi Îranê re pêşkêşî Pûtîn kir, di heman demê de Pûtîn diyar kir ku jinûve destpêkirina şer bi Îranê re dê encamên pir giran ji bo tevahiya civaka navneteweyî bîne.

Ushakov da zanîn ku Pûtîn Trump agahdar kir ku Moskov ji bo peydakirina hemû piştgiriya gengaz ji bo dîtina çareseriyek ji bo krîzê amade ye.

(fr)