Pitikê di êrişa Eyn Îsayê de birîndar bûbû, şehîd bû

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a dijî gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê de pitikê birîndar ê bi navê Ebdurehman Îsmaîl Hesen şehîd bû.

Pitikê di êrişa Eyn Îsayê de birîndar bûbû, şehîd bû
26 ÇILE, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvara îro de, artêşa Tirk a dagirker gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.

Di encama topbaranê de di nav de 2 zarok 3 kes birîndar bûn û wiha ne; Erîc Xalid El Hisên (20), Asya Hemed El Hisên (12) û pitikê bi navê Ebdurehman Îsmaîl El Hisên (6 meh) birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji bajarê Eyn Îsayê diyar kir ku pitik Ebdurehman El Hisên ji ber birîna xwe ya giran şehîd bû.

(fr)