Li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,1 erd hejiya

Li bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê, bi pileya 5,1 erd hejiya.

Li Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,1 erd hejiya
27 ÇILE, 2025   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdhej li gorî dema herêmî di saet 04.32’yan de çêbûye. 

Hat diyarkirin ku navenda erdhej lê çêbûye, bajarê Qesrî Şirîn a girêdayî eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye.  Erdhej 8 kîlometre di kûrahiya erdê de çêbûye.

Rayedarên Îranê anîn ziman ku di encama erdhejê de tu zirarên mal û can çênebûne.