El Şeri û Fîdan civiyan

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê civiyan.

El Şeri û Fîdan civiyan
13 îlon, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri û wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Şamê civiyan. Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Eseed El Şeybanî jî di civînê de amade bû.

Her du aliyan rêbazên xurtkirina têkiliyên Sûriye û Tirkiye û geşedanên herêmî nîqaş kirin û girîngiya domandina hemengî û şêwiran ku bikeve xizmeta berjewendiyên hevbeş anîn ziman.

(bb)