Piştî îşkenceya 8 mehan Ahmet Polad radestî Tirkiyeyê kirin

Rojnameger Ahmet Polad ku di 18’ê Çileyê de li Reqayê hatibû girtin, piştî 8 mehan hat îşkencekirin, radestî dewleta Tirk hat kirin.

Piştî îşkenceya 8 mehan Ahmet Polad radestî Tirkiyeyê kirin
12 îlon, 2026   11:19
QAMIŞLO

Rojnameger Ahmet Polad ku ji sala 2017’an ve li Sûriye û Rojava xebatên çapemeniyê dikirin û endamê Yekitiya Ragihandina Azad bû, bi hevalek xwe re di 18’ê Çileya 2026’an de li Reqayê ji aliyê hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve hatibû girtin. 

Ev 8 meh bû tu agahî ji Ahmet Polad nedihat wergirtin.

Li gorî agahiyên ku me ji malbata Polad wergirtine, di 9’ê Îlonê de hikumeta veguhêz Ahmet Polad radestî Tirkiyeyê kiriye.

Ahmet Polad ji malbatê re gotiye ku ev 8 meh e îşkenceyeke giran lê hatiye kirin û li hemberî îşkenceyê di çalakiya greva birçîbûnê de bûye.

Rewşa Poad a tenduristî ne baş e, ji ber mercên girtîgehê û îşkenceyê nexweş ketiye û ew birine Girtîgeha Metrîs a li Stenbolê.

(bî)

ANHA