Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn

Di şewata ku di girtîgeha bajarê Kobanî de derket de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn.

Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
Di şewata girtîgeha Kobanê de 8 girtiyan jiyana xwe dest da 17 birîndar bûn
12 îlon, 2026   10:42
KOBANÊ

Îro danê sibê li girtîgeha Kobanê, ku bi dehan girtî lê dimînin, agir derket. Li gorî agahyên destpêkê, 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 17 jî birîndar bûn, birînên hinan ji wan giran in.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên Kobanê.

Sedema şewatê hîn ne diyar e û rayedarên pêwendîdar lêpirsînê didomînin. Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn yên li Kobanê der barê bûyerê de daxuyaniyekê bidin.

Agirê li girtîgeha Kobanê piştî xwepêşandanên gel ên li bajêr derket. Xwepêşanderan daxwaza lêpirsînê li ser revandin û şehîdbûna endamê Wezareta Parastinê Samî Hiso li parêzgeha Hesekê kirin.

Hêzên ewlehiya giştî êrişî xwepêşanderan kirin û çend ciwanên ji bajêr girtin.

Li gorî çavkaniyan, Hêzên Ewlekariya Giştî bajarê Kobanê  dorpêç kirin.

(k)

 ANHA