′Dewleta Tirk amûra kapîtalîzmê ya şerkirina modernîteya demokratîk e′

Hiqûqnas Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên kapîtalîst ên ku dixwazin doza Kurdî tune bikin, di aliyê qanûnî de nêzîkî doza Rêber Abdullah Ocalan dibin û got: "Tirkiye amûra kapîtalîzmê ya şerkirina modernîteya kapîtalîzmê ye."

′Dewleta Tirk amûra kapîtalîzmê ya şerkirina modernîteya demokratîk e′
29 kanûn, 2023   06:41
HELEB
MIHEMED EBDO

Endamê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Elaedîn El Xalid Kalo got: "Ji dema Rêber Abdullah Ocalan hatiye revandin û heta roja îro hemû kiryarên ku li dijî wî hatine pêkanîn derqanûnî ne û li dijî qanûnên navneteweyî û yên Tirkî bi xwe ne."

′TIRKIYE AMÛRA KAPÎTALÎZMÊ YA ŞERKIRINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E ′

Elaedîn El Xalid Kalo destnîşan kir ku darizandina Rêber Abdullah Ocalan tenê şiklî bû û ji aliyê dewletên kapîtalîst di serî de Amerîka û Brîtanya ve hat amadekirin.

Der barê sedema revandina Rêber Abdullah Ocalan de Kalo got: “Dewletên kapîtalîst dît ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên modernîteya demokratîk li ser mayîndebûna wan metirsî ye, ji ber wê jî wan dewleta Tirk kir amûrek da ku wê fikrê hedef bigirin, lê ew di wê yekê de bi bin ketin.”

′TESNÎFA ÎMRALIYÊ′

Kalo diyar kir ku girtîgeha Îmraliyê li dijî qanûnên girtîgehên cîhanê û yên Tirkiyeyê ne ku bûye cihê pêkanîna terorîzmê û got: "Rêber Abdullah Ocalan navê girava mirinê li girava Îmraliyê kir, ji ber ku girtî tê de ji mafên xwe yên herî sade bêpar in."

Kalo wiha domand: "Xwedî û parêzerên girtiyan nikarin serdana wan bikin û di aliyê ragihandinî de jî bal li ser rewşê nehat kişandin, wiha taqîkirina cih jî hat qedexekirin û rapor li ser rewşa girtiyan bi awayekî zelal nehatin dayîn."

Kalo destnîşan kir ku bendeke awarte di pergalên girtîgehên dewleta Tirk de heye ku heta cezayên dîsplînê jî li dijî girtî were ferzkirin ew bandorê li ser serdana parêzeran nake. Bi vê yekê diyar dibe ku dewleta Tirk rêbazên cuda ji bo qedexeya hevdîtina parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk tîne.

Kalo wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya peyaman îradeya gelê Kurd ê berxwedêr têk bibe. Roja derxistina biryara darvekirinê der heqê Rêber Abdullah Ocalan de heman roja darvekirina Şêx Seîd bû, lê belê ji ber serhildana gel ew biryar nehat pêkanîn."

Kalo wiha zêde kir: "Piştî jêbirina biryara darvekirinê, li gor qanûnê diviyabû careke din bi hebûna dadgerên serbixwe darizandin bihata dubarekirin, lê belê dewleta Tirk a dagirker li şûna darvekirinê biryara girtina hetahetayî da, ev jî xaleke din a li dijî qanûnên navneteweyî ye."

′MAFÊ HÊVIYÊ′

Elaedîn girêdayî mijarê wiha axivî: “Li gor qanûna navneteweyî divê mafê hêviyê bo Rêber Abdullah Ocalan bê dayîn û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê, lê belê bi bihaneya gefxwarina li ewlehiya Tirkiyeyê dewleta Tirk a dagirker ew ji vî mafî bêpar dihêle.”

Dewleta Tirk a dagirker yek ji wan dewletan e yên ku li ser dayîna mafê hêviyê îmze kirine ku ev jî ji aliyê dadgeha destûrî ya Almanyayê cara yekemîn di 1977’an de hat erêkirin û tê de mafê azadiyê ji bo girtiyên hetahetayî piştî 20 salan ji girtina wan an piştî ku temenê wan 70 salan derbas bike, tê dayîn.

Kalo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya dewletên kapîtalîst ên ku dixwazin doza Kurdî tune bikin, di aliyê qanûnên de wek peymana Neteweyên Yekbûyî (NY), qanûn û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nêzîkî doza Rêber Abdullah Ocalan dibin.

Kalo wiha dawî li gotina xwe anî: "Pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin di çalakkirina doza Îmraliyê de lîst û bang li şêniyan kir ku çalakiyên gelêrî yên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin."

(mh)

ANHA