Piştî bertekan navê Çilaxayê bi kurdî li ser tabeleya postexaneyê hat nivîsandin

Piştî nerazîbûnên xelkê bajarê Çilaxayê li hemberî tabelaya bi navê "Cewadiyê" li ser avahiya postxaneyê ya Çilaxayê, Gerînendetiya Postexaneyê tabele rast kir û kir “Çilaxa”.

Piştî bertekan navê Çilaxayê bi kurdî li ser tabeleya postexaneyê hat nivîsandin
11 tîrmeh, 2026   12:40
QAMIŞLO

Hefteya borî di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de, Postexaneya Çilaxayê hat vekirin. Lê li şûna ku navê kurdî "Çilaxa" li ser tabeleya hatiba nivîsandin, navê erebkirinê "Cewadiyê" hatibû nivîsandin. 

Şêniyên bajar ku li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, xwepêşandan li dar xist û bangên sererastkirinê kirin.

Li ser vê yekê Gerînendetiya Postexaneyê navê Çilaxa bi zimanê kurdî li ser tabelayê nivîsand.

(bb)

ANHA