Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn

Hewldanên erebkirina navê Kobanê li gelek bajaran hatin şermezarkirin û hate gotin Kobanê dê sembola berxwedanê bimîne û hewldanên guhertina navê wê binpêkirina nasnameya wê ya dîrokî û çandî ye, di heman demê de li dijî rêbazên demokrasî û rêzdariya li hemberî pirrengî û îradeya gelê Sûriyeyê ye.

Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
Li hember hewldanên guhertina navê Kobanê nerazîbûn
11 tîrmeh, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî û meclisên bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê bi daxuyaniyan hewldanên hikumeta demkî yên guhertina navê Kobanê û erebkirina wê şermezar kirin.

Li Hesekê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Gel hate dayîn û ji aliyê hevserokê meclisê Farûq Tozo û xebatkara Xabûr FM Aya Mecid ve hat xwendin. Li Til Temirê jî daxuyanî li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan ji aliyê hevserokê Meclisa PYD‘yê ya Til Temirê Nîdal Emîn û mamoste Eyhan Yûnis ve hat xwendin. Li bajarê Zirganê jî endamên meclisa bajar Fûad Simo û Sîber Elî daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê xwendin. Her wiha li bajarê Dirbêsiyê jî daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa PYD‘ê ya Dirbêsiyê Dîlber Şemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de hate gotin, bi taybetî piştî berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ‘ê, navê Kobanê bûye semboleke navneteweyî ya azad û parastina rûmetê.

Hate diyarkirin ku hewldanên guhertina navên gund û bajaran berdewama siyaseta rejîma Baasê ye û wiha hat domand: "Destdirêjiya li sembolên kurdî dikare fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêke, parçebûna civakî kûr bike û hewldanên avakirina Sûriyeya demokratîk a li ser bingeha qebûlkirina pirrengiya çandî û neteweyî û rêzdariya li mafên tevahî pêkhateyan têk bibin."

Di daxuyaniyan de îşaret bi berxwedana YPJ û YPG‘ê ya parastina Kobanê hat kirin û hate destnîşankirin ku bi vê berxwedanê navê Kobanê li ser asta cîhanê deng veda û bû sembola berxwedan û azadiyê.

Di dewama daxuyaniyan de hat bibîrxistin ku ji destpêka sedsala 20‘î de navê Kobanê dihat gotin. Her wiha “komîteyên ku dibêjin wan di lêkolînên zanistî û pîvanên durist ên belgekirinên dîrokî de esas negirtin, lê biryarên hikumetê esasê girtine û navên rast guhertine" hatin rexnekirin.

Di daxuyaniyan de banga jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê û rekirina hewldanên parçekirinê hate kirin. Hate gotin, hewldanên guhertina navê bajar an jî biçûkxistina nasnaemya wê îradeya niştecihên wê nîşan nade, lê siyasetên rejîma berê dubare dike.

Di daxuyaniyan de îşaret bi vê yekê hat kirin ku rêzdariya li navên dîrokî beşk ji rêzdariya li îradeya gelan û mafên wan ên çandî ye, nabe navên ji aliyê civaka xwecih ve têne redkirin, werin ferzkirin.

Hate gotin: "Navê Kobanê ne navê erdîngariyê y e ku bi biryarên îdarî were guhertin, lê belê nasnameya dîrokî û çandî ya kokdar di bîra gelên wê de ye û navê wê bi dîroka bajar û têkoşîna niştecihên wê ve girêdayî ye."

Bang li hêzên nîştimanî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên hiqûqî hat kirin ku li hemberî hewldanên ku nasnameya dîrokî û çandî ya bajarên Sûriyeyê dike hedef, bisekinin, ji bo parastina civaka xwecih û navên dîrokî yên bajaran û mîrateyên wan ên çandî bixebitin.

(bb)

ANHA

ZIRGAN

Hesekê

Til Temir