Piştî 3 mehan kehrebe dan 150 gundan

Navenda Kehrebeyê ya Dirbêsiyê piştî temîrkirina xeta ku rastî dizî û wêrankirinê hatibû, kehrebeya da 150 gundên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê.

Piştî 3 mehan kehrebe dan 150 gundan
1 tebax, 2026   14:29
HESEKÊ

Piştî temamkirina sererastkirina xeta sereke ya kehrebeyê ya ku ev 3 meh e ji ber dizî û wêrankirinê ji xizmetê derketibû, Navenda Kehrebeyê ya Dirbêsiyê kehrebeya nêzî 150 gundên Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê vegerand.

Navendê diyar kir ku tîmên wê duh êvarê xebatên temîrkirinê bi dawî kirine.

Li gorî agahiyên navendê kabloyên xetê ji 3 hezar metreyan pêk dihat, ji hêla kesên nenas ve rastî dizî û wêrankirinê hatibû. Vê jî hişt ku bi dehan gund ji kehrebeyê bê par bimînin.

Di heman çarçoveyê de navendê destnîşan kir ku hîn jî bi awayekî têrker kehrebe nagihêje bajarê Dirbêsiyê, kehrebeya heyî ne biîstiqrar tê dayîn û pêwîstiyên herêmê dabîn nake.

Navenda Kehrebeyê ya Dirbêsiyê diyar kir ku rojane 6 saetan kehrebeyê dide navenda bajarê Dirbêsiyê û rojane tenê 2 saet ji bo gundan tê dayîn.

(sb)

ANHA