Li Derayê hêzeke Îsraîlê bi ser malekê de girt

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarên Derayê bû, li wir xaleke kontrolê bi awayeke demkî danî û bi ser malekê de girt.

Li Derayê hêzeke Îsraîlê bi ser malekê de girt
1 tebax, 2026   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, îro hêzeke Îsraîlê bi 6 wesayetên leşkerî derbasî herêma Wadî El Reqad a li rojavayî Derayê bû.

Hêzê li ser pira Wadî El Reqad xaleke kontrolê bi awayekî demkî danî û piştre bi ser maleke li herêmê de girt.

Piştre ew hêz bêyî ku kesekî bigire yan pevçûn derkevin, ji herêmê vekişiya.

(sb)