Di qezayên trafîkê de 4 kes mirin

Li Sûriyeyê di 24 saetan de di qezayên trafîkê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.

Di qezayên trafîkê de 4 kes mirin
1 tebax, 2026   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tîmên Parastina Sivîl ên girêdayî Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Karesatan a hikumeta demkî, di 24 saetên dawîn de 4 kes di encama qezayên trafîkê de mirine û 25 kes jî birîndar bûne.

Tîmên Parastina Sivîl ji ajokaran xwest bi lez erebeyan neajon û li gorî qanûnên trafîkê tev bigerin. Dema ku diajon telefonê bi kar neynin û di ajotinê de baldar bin.

Li gorî belgeyên Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Karesetan ji destpêka sala 2026`an heyanî 20’ê Tîrmehê di encama qezayan de 81 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 299 kes jî birîndar bûne.

(np)