Piştî 11 salan hate rizgarkirin

YPJ`ê jina Êzîdî ya bi navê Reham Hecî Hemê ya di Fermana 74’an de ji aliyê DAIŞ’ê hatibû revandin, rizgar kir û piştî dîlgirtina 11 salan vegerand Şengalê.

Piştî 11 salan hate rizgarkirin
24 tîrmeh, 2025   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Xebatên ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên ku di Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, didomin. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Reham Hecî Hemê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, radestî rayedarên pêwendîdar ên li Şengalê kirin û rê li ber xwegihandina wê ya bi malbata wê re vekir. 

YPJ`ê ragihand ku jina Êzîdî ya bi navê Reham Hecî Hemê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin, teslîmê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) kir. Amedekariyên Reham Hecî Hemê ya ji bo vegera li gel malbata xwe ya li navçeya Şengalê hatin temamkirin. 

11 SALAN DÎLGIRTÎ BÛ 

Reham Hecî Hemê, Tebaxa 2014’an di dema dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de ji bajarokê Xanesorê hatibû revandin. Zêdetirê 11 salan dîlgirtî ma û di vê pêvojoyê de bi kiryarên der mirovî yên DAIŞ’ê re rû bi rû mabû.

Rizgarkirina Reham, beşeke operasyona mirovî ya ji aliyê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê û YPJ`ê ve ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên hatine revandin, tê meşandin. Heta îro ji 6 hezar 417 jinên êzidî yên hatine revandin, nêzîkî 3 hezar û 660 jin hatine rizgarkirin.

Tê payîn ku Reham Hecî Hemê, îro bigihîje Şengalê. Malbata wê û civaka xwecihî, vegera wê wek sembola berxwedana xwe û têkoşîna xwe ya li dijî sûcên DAIŞ’ê dibînin.