Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin

Bi çalakiyeke protestoyî xelkê bajarê Qamişloyê nerazîbûna xwe li hember sûc, tundî û bêmafiya li Siwêdayê nîşan da.

Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
Xelkê Qamişloyê sûcên li Siwêdayê şermezar kirin
24 tîrmeh, 2025   21:05
QAMIŞLO

Çalakvan û rêxistinên civaka sivîl ên Qamişloyê ji bo piştgiriya qurbaniyên bûyerên dawîn li bajarê Siwêdayê, li pêşiya çapxaneya Rênas a li kolana Amûdê çalakiyek li dar xist.

Beşdaran, dirûşmên "Em dengê qurbaniyan in" û "Xwîna sûrî li sûrî qedexe ye” berz kirin. Şêniyan banga bidawîkirina tundiyê, pêşxistina diyalog û aştiya sivîl kirin.

Helbestvanê ji Siwêdayê Diya Ebdurehman ê ku beriya êrişên dijî Siwêdayê li Qamişloyê ye sûc, tundî û bêmafiya li Siwêdayê hatiye kirin şermezar kir û got: "Beriya ku şer li Siwêdayê destpê bike ez hatim Qamişloyê. Ez vir jî bajarekî xwe dibînin. Li Qamişloyê ji bo Siwêdayê ev çalakiya duyemîn e li dar dikeve."

Ebdurehman da xuyakirin ku gelê vir jî êş dîtiye, ji ber vê yekê tu carî bêmafiyê qebûl nakin û her tim hewl didin bi çalakiyan vê helwestê, nîşan bidin.

Ebdurehman got ew ji ber rewşa li Siwêdayê hîna diêşe û heta niha hejmara kesên hatine kuştin û jinên hatine revandin, nayê zanîn.  

Di encama şer û êrişên li Siwêdayê çêbûne de, niştecihên zêdetirî 20 gund koçber bûne.

(ekîb/şx)

anha