Kilîtên dewlemendiya Sûriyeya nû di destê birayê El Şeri de ne

Di lêpirsîneke Reutress`ê de aşkera bû ku projeya ji nû ve avakirinê bûye amûra vegerandina pergala aborî ya kevin lê vê carê bi serkêşiya Hazim El Şeri e. Hazim El Şeri, lihevkirinên veşartî bi bazirganên ji dema El Esed re çêdike.

Kilîtên dewlemendiya Sûriyeya nû di destê birayê El Şeri de ne
24 tîrmeh, 2025   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Ruetress`ê têkildarî projeya “jinûve avakirinê” lêpirsîneke taybet çêkiribû. Li gorî ajansê, ev proje, pergala aborî ya kevin ji nû ve zindî dike lê vê carê ji aliyê kesên nêzî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve di serî de birayê Ehmed El Şeri Hazim El Şeri heye. 

Li gorî raporê, aliyê çalak ê çavdêriya pêvajoya jinûve sererastkirina sazûmaniya aboriyê, ne hikumet bi xwe ye lê komîteyeke ne fermi ye ku mîna “dewleteke parelel” dixebite û dûrî çavan lihevkirinên veşartî bi bazirganên ji dema rejîma berê re îmze dike.

Di raporê de navê bazirgan Samir Foz ê ku ji sedî 10 sermyanê xwe ku nêzî milyar dolarî re ji komîteyê re baxişand, wek mîna hatiye bibîrxistin.

Her wiha navê Mihemed Hemşo jî heye yê ku kargeha hesin a ku berê ji bo ji nû ve bikaranîna hesinê di avahiyên wêranbûyî de hate bikaranî radest kir û 150 milyon dolar li cem xwe hişt.

Hazim El Şeri bi fînanskerê lubnanî-ewsturî Ebû Meryem (Îbrahîm Sikeriyê re hevkar e. Ebû Meryem ji ber tewanên têkildarî terorê di lîsteya cezayên navneteweyî de ye. Her wiha yek ji kesên herî zêde rol di avakirina pergala aboriyê ya nû de dilîze. Ev jî bi xwe re gelek gumanan derdixe pêş.

Komîteya navborî, stratejiyên ku berê di destê rejîma Baasê de bûn kontrol dike, jê şîrketa Syria Tel, şîrketa bafirvaniyê Ecnihet El Şerq ku dûre navê wê bû “Fly Şam” lê sazûmaniya wê ya berê hate hiştin.

Li gorî vê sazûmaniya nezelal, di vê dawiyê de tişta bi navê “sidoqa serdestiyê ya dewlemendiyê” hate avakirin, Hazim El Şeri jî vê sindo               î bi rêve dibe. Hemwextî çavdêriyeke serbixwe a zelal têkildarê jêderên sermyanên bi rêya sindoqê ve têne bikaranîn, tune ye. Lewma fikarên aliyên navneteweyî zêde dibin.

Li gorî dewletên rojavayî, xwezaya ne fermi ya komîteyê, jêderên fînanseyê yên nediyar, dihêle ku derfetên hesabpirsînê kêm bin an jî qet tune bin. Her wiha hawîrdoreke veberanînê ya pê nebawer li Sûriyeyê ava dike.

Di heman demê de çalakvanên aborî û muxalif diyar dikin ku tiştên diqewime ji veguhertinê yan jî çakkirinê dûr in, lê belê hewldaneke aşkera ya ji nû ve hilberandina pergala aborî ya berê ye ku tenê rûyên kesan hatin guhertin lê cewherê hişmendiya ewlehiyê û keysbaziyê ya berê heman e.

(şx)